Erdogan: Amerîka û Rûsya nikarin YPGê ji sînor derxînin

Serokomarê Tirkiyê radighîne, Amerîka û Rûsya nekarîne YPG ji navçeyên sînorî, ku rêkeftin li ser hatine kirin derxîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê radighîne, Amerîka û Rûsya nekarîne YPG ji navçeyên sînorî, ku rêkeftin li ser hatine kirin derxîne.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di civîna fraksiyona partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyê ragihand, divê Amerîka û Rûsya li gor rêkeftinên bi Tirkiyê re tevbigerin, lê heta niha nekarîne rêkeftinê bicih bikin û YPG ji navçeyê derxînin.

Erdogan got jî, tevî rêkeftinên hatine kirin, lê hîn jî êrîş li ser artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê tên kirin.

Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand, ger Amerîka û Rûsya xalên rêkeftinên di navbeyna wan û Tirkiyê de bicîh nekin, ew dê dest bi operasyoneke serbazî ya nû li bakurê rojhilatê Sûriyê bikin.

Ev daxuyaniya Erdogan di demekê de ye, Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ragihand, Rûsya pabendî rêkeftina di navbera Moskow û Enqere de, ya derbarê vekişandina Hêzên Kurdî ji sînorê bi Tirkiyê re bûye.

Got jî, ew ji daxûyaniyên Tirkiyê yên derbarê destpêkirina operasyonekê li dijî Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyê matmayî dimînin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê diyar jî kir, ji bo aramkirina rewşê, ewê Polîsên Leşkerî yên zêdetir bişînin, ser sînorê Tirkiyê.

 

S. B