Pêntagon: Dahata petrolê bo HSDye nekû Emerîkayê

Wezareta berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) aşkera dike, dahat û deramet bîyavên petrola bakûra rojhelata Sûryayê (Rojavaya Kurdistanê) bo Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) dibe ne bo Emerîkayê.

K24- Hewlêr

Wezareta berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) aşkera dike, dahat û deramet bîyavên petrola bakûra rojhelata Sûryayê (Rojavaya Kurdistanê) bo Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) dibe ne bo Emerîkayê.

 Conasan Hofman, gotbêjê wezareta berevanîya Emerîkayê di kongireyeke rojnamevanî de ragehand: Dahat û derameta wê petrolê bo Emerîka nabe, lê bo HSDye.

 Hofman amaje bi wê yekê jî da, li ser pirsa tawanên ceng, ku divêt Tirkiye têvigihêje ku berpirsyare ji wan kar û tawanên hêzên dûvelankên wê li bakûra Sûriyê encam didin.

 Her di kongire ya rojnamevanî de, tekez kir ku erkê sereke yê wan têkşikandina Daişê ye û li sûriyê jî milbiml le gel HSDyê di wê erkê de dê berdewam bibin.

Niha bîyavên petrola rojavaya Kurdistanê, ji alîyê Emerîkayê ve dihên paraztin, herçende berê Donald Tiramp, serokê Emerîkayê biryara vekişandina serbazên welatê xwe ji Sûriyê dabû, lê careke din biryar da hêzan vegerîne rojehelata Sûriyê bo paraztina bîyavên petrolê li wan deveran.