Pentagon: Em li Sûriye û Iraqê dimîn in

Peyvdarê Pentagonê Jonathan Hoffman di kongreyek rojnamevanî de ragihand, ew hêzên xwe ji Sûriyê û Iraqê venakişîn in

K24 – Navenda Nûçeyan

Pentagon radighîne, ew ji Sûriyê venakişin û hişyarî dan e her aliyek ku nêzîkî hêzên wan bibin.

Peyvdarê Pentagonê Jonathan Hoffman di kongreyek rojnamevanî de ragihand, ew hêzên xwe ji Sûriyê venakişînin û dê hêzên wan li cihên xwe bimîn in.

Navborî got jî, wan ji hemû welatan re gotin e, nabe bi ti awayek nêzîkî hêzên wan bibin, da ku bûyerek nexwestî rû ne de.

Pentagon herweha radighîne, Kurd û Sunneyên Îraqê daxwaz kirin e, ku hêzên Amerîka li Îraqê bimîn in û hîn şerê li dijî DAÎŞê bidawî nehatiye.

Peyvdarê Pentagonê Jonathan Hoffman, di kongreyek rojnamevanî de ragihand, nûnerên Kurd û Sunneyan daxwaz kirin e, ku pêwîst e hêzên Amerîka li Îraqê bimîn in, got jî, hîn erkê şerê li dijî DAÎŞê temam nebû ye û ji bo şerê li dijî DAÎŞê pêwîstiya Îraqê bi hêzên Amerîka ye.

 

 

C.B