Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê zengilê sala nû ya xwendinê lê da

Îro sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistanê destpê dike û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr li dibistineke bajarê Duhokê amade bû û zengilê sala nû ya xwendinê lê dan û bi wê boneyê gotarek jî pêşkêş kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistanê destpê dike û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr li dibistineke bajarê Duhokê amade bû û zengilê sala nû ya xwendinê lê dan û bi wê boneyê gotarek jî pêşkêş kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotarekê de pîrozbahî li xwedekaran kir û ragihand, girîngiya perwerde gelek heye û divê xwendekar bizanin ew hêviya paşeroja vî welatî ne.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Kar dikin bo girîngîpêdana zêdetir bi karta perwerde û duristkirina dibistanên astbilind li Herêma Kurdistanê û ev jî yek ji karnemaya Kabîneya Nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Amaje bi wê jî da, ji ber qeyran û şerê li dijî DAIŞê, gelek pirsgirêk anî pêş me, lê spasiya mamosteyan dikin, ku nehîştin xwendekar ji xwendinê bêpar bibin.

Gotara Serokê Hikûmeta Herêma Kuristanê:

Xweşhal im îro li vir zengilê destpêkirina sala nû ya xwendinê 2019 – 2020 lê bidim û destpêkirina sala xwe xwendinê rabigihînim. Bi bi vê boneyê pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Bêgûman webirhênan di xwendin, karîna mirovî, bilindkirina asta xwendin û zanistê û dabînkirina pêwîstiyên xwendina hevçerx, herwiha rola erênî ya malbatan, dê û bavan di pêgehandina cegerên me de, hokarên gelek girîng û sereke ne ji bo pêşxistina warê perwerde, fêrkirin û bidestanîna paşerojeke geş ji nifşên me re.

Yek ji erkê girîng û pêşîne yê Kabîneya Nehem a Hihûmeta Herêma Kurdistanê, girîngîpêdana bi perwerde, xwendin û bilindkirina asta dibistanên me ye, bi taybet dibistanên hikûmî. Herwiha hewl didin pêwîstiyên xwendineke serdemyane desteber bikin, wek dirustkirina dibistanên nû, ji ber ku li gor pêdaçûnên aliyên pêwendîdar, pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi 35 hezar polên din heye, ji bo ji kêşeya çend dewamê rizgar bibe û xwendekarên me yên xweşewîst li dibistanên hêja de bixwînin.

Ji vir de bi pêwîstî dizanim daxwaz ji sermayedar û webirhênerên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bikim, ku rola niştimanî bigirin ser xwe û di vê hilmetê de di vekirina dibitanên nû de beşdar bin.

Wek dizanin, Herêma Kurdistanê di salên bûrî de rûbirûyî şerê teroristên DAIŞê û rewşeke sext a aboriyê bû, lê xweşbextanetevî wê rewşa ne libar jî, lê proseya xwendinê berdewam bû. Ji ber wêji vir de bi pêwîstî dizanim spasiyeke germ li mamosteyên birêz bikim ji bo xweragirî û qurbanîdana wan, ku nehîştin karwanê xwendinê raweste.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî her hewlekê digire ber bo baştirkirina jiyan û guzariyên mamosteyan û pêşkêşkirina derfeta libar û guncaw ji bo geşepêdana karta perwerde û xwendinê ku armanca duristkirina nifşekî danêner li ser binemaya xweşûwîstin û xezmetkirina niştimanî be.

Careke din pîrozbahiya destpêkirina sala nû ya xwendinê li we dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.