Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahîyê li Borîs Conson dike

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdisatnê di nameyekê de pîrozbahî li Borîs Conson kir bi boneya hilbijartina wî wek serokê Partîya Parêzgarên Birîtanîyayê û hêvîya serkevtinê bo wî xwazt di kar û erkê xwe yên nû de.

K24- Hewlêr

Ev jî deqa wê nameyê ye:

Birêz Borîs Conson,

Pîrozbahîyeke gerim li hewe dikim bi boneya hilbijartina hewe wek serokê Partîya Parêzgaran. Min guman nîne ku ezmûn û serkirdatîya hewe yên birêz gelek giring û sûdbexş dibe bo ayînde ya Şanişîna Yekgirtî.

Herêma Kurdistanê şanazîyê bi peywendîyên xwe dike li gel Şanişîna Yekgrtî, hêvîdarim li jêr serkirdatîya hewe yên birêz, wek serokê Partîya Parêzgaran û serok wezîrên Şanişîna Yekgrtî peywendîyên me zêdetir pêşe herin.

Rola berçav a şanişîna Yekgirtî di piştîvanî û alîkarîkirina Îraq û Herêma Kurdistanê de li şerê dijî Daişê gelek giring dinirxînîn. Li jêr serkirdatîya hewe yên birêz, Herêma Me hêvîya berdewambûna wan piştîvanaî yên Şanişîna Yekgirtû dike bo paraztina akincîya evê pişka giring ji rojhilata navîn.

Li gel rêz..

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

23/7/2019