“Nûçeya girtina Necmedîn Kerîm derew e”

Piştî belavbûna dengoya girtina Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li Libnanê, Nivîsgeha Medyayî ya Necmedîn Kerîm di daxuyaniyekê bo raya giştî de wê nûçeyê derew derdixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî belavbûna dengoya girtina Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li Libnanê, Nivîsgeha Medyayî ya Necmedîn Kerîm di daxuyaniyekê bo raya giştî de wê nûçeyê derew derdixe.

Daxuyaniya Nivîsgeha Medyayî ya Necmedîn Kerîm:

Çend kenalên ragihandinê wek her car û dûrî ji perensîpên karê rojnamegeriyê, nûçeyeke ne rast belav kir, ku Dr. Necmedîn Kerîm li Firokxaneya Libnanê hatiye girtin.

Em dixwazin ji hemû welatiyên Kurdistanê û bi taybet welatiyên Kerkûkê re tekez bikin, ev nûçe dûr e ji rastiyê û Dr. Necmedîn Kerîm ji bo karê asayî û dîplomatî derketiye derveyî welat û dê di hefteya bê de vegere Kurdistanê.

Hevdem, bi pêwîst dizanin bidin xuyankirin ku ev cure hewl ji bo şaşkirina welatiyan û şerpezekirina raya giştî ji kêşe û pirsgirêkên ku niha parêzgeha kerkûkê tê re derbas dibe ye.

 

S. B