DAIŞê berpirsatiya xwe di ber teqîne Qamişlo de ragihand
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina terorê ya DAIŞê berpirsatiya teqîna îro ya li bajarê Qamişlo xiste stûyê xwe.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, îro teqîneke bi riya otombîleke bombebarkirî li taxa Munîr Hebîb a Qamişlo hat kirin û di encamê de 3 welatiyên sivîl canê xwe jidest dan û 9 welatiyên din birîndar bûn.
Piştî teqînê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de ragihand, aliyê herî zêde sûdê ji êrîşa Tirkiyê dibîne, rêxistina terorê DAIŞ e.
Diyar kir jî, wê şaneya DAIŞê hevrêzî bi îstixbarata Tirkiyê re dikir û zanyarî derbarê cihên xalên wan didan wan.
S. B