Li Mûşê her cûre xwenîşandan û çalakî hatin qedexekirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgeriya Mûşê ji ber bîranîna komkujiya Pirsûsê her cure xwenîşandan û çalakî heta 3 rojan qedexe kir.
Parêzgeriya Mûşê bibîr xist ku 20 Tîrmehê salevegera Komkûjiya Pirsûsê ye. Hinek alî dixwazin bi hinceta bîranîna Komkûjiya Pirsûsê xwenîşandan bikin û hêzên asayîşê û welatiyan bînin beramberî hev.
Parêzgeriya Mûşê ragihand, bi armanca rêlibergirtina aloziyan li bajarê Mûşê heta 3 rojan her cure çalakî û xwenîşandan hatiye qedexekirin.
Di 20ê Tirmeha sala 2015an de 300 ciwanên sosyalist xwestin biçin Kobanê û beriya derbasî Kobanê bibin xwestin li Pirsûsê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê belê di dema xwendina daxuyaniyê de teqînekê rû da û di encam de 33 ciwanan canê xwe ji dest dan.
S. B