Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Îlûnê bi endazeya xwe ya mezin, destkeftiek mezin û dîrokî ji bo gelê me bidestxist

Nêçîrvan Barzanî radigehîne, Şoreşa Îlûnê bi endazeya xwe ya mezin, destkeftiek mezin û dîrokî ji bo gelê me bidestxist û ew şoreş wek pêwîstiyek dîrokî bû.

K24- Hewlêr

Nêçîrvan Barzanî radigehîne, Şoreşa Îlûnê bi endazeya xwe ya mezin, destkeftiek mezin û dîrokî ji bo gelê me bidestxist û ew şoreş wek pêwîstiyek dîrokî bû.

Cêgirê Serokê Partiya Demûkrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta salvegera vêxistina Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û têde ragehand, pêncî û heşt sal li ser serhildana şoreşa mezin a Îlonê bi serkirdatiya Partiya Demukrata Kurdistanê û rêberatiya Barzaniyê nemir derbas dibe, Ev şoreşa niştîmanî yek ji serweriyên mezin yên dîroka gelê Kurdistanê ye ji bo berevanîkirin di ber maf û xwestekên rewa û rûbirûbûna siyaseta takrewîyê bûye.

Amaje bi wê yekê jî kir, baweriya Kurdistaniyan bi rêberê Şoreş û serkirdatiya PDKê û yekrêzî û yekîtiya gelê me, çavkaniya bihêziya şoreşê bûn, ku di demeke kurt de hemû navçeyên Kurdistanê girt û hemû tex û çîn, pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê têde beşdar bûn.

Di peyamê de hatiye jî, Şoreşa Îlonê bi endazeya xwe ya mezin, destkeftiek mezin û dîrokî ji bo gelê me bidestxist, azadiya îro û pêşkeftina siyasî, Aborî, Civakî û ferhengî yên Kurdistanê berhemê wê şoreş û raperînên piştî wê bûye.

Di peyamê de herweha hatiye, Şoreşa Îlonê ew yek piştrast kir ku Şoreş û rûbirûbûnên gelê Kurdistanê ji bo berevanîkirinê bûye li nasname û berevanîkirin li Maf û xwestekên rewa bûye.

Cêgirê Serokê PDKê eşkere jî dike, wefadarî ji bo wê şoreşa mezin û şoreş, raperînên dîrokî yên gelê Kurdistanê, kar û hewlên berdewam ji me dixwaze ji bo parastina destkeftan, û bi zîndîhiştina nav , kar û xebata şoreşgêr, têkoşer û serbazên wendayî, berya hemûyan jî şehîdên qehreman. Gelê Kurdistanê xwedan dîrokekî tejî serwerî û cihê şanaziyê ye,, yek ji serweriyên mezin jî Şoreşa Îlonê ye.