Nerîna Gelê Kurd li ser Alî Babacan û Ehmed Dawutoglu çi ye?

Li Tirkiyê Serokwezîrê Berê Ehmed Dawuotoglu û wezîrê aboriyê Al Babacan ji partiya Deshilatadar Ak Partiyê îstîfarine û Di siyaseta navxweyî de mijara sereke avakirina partiyên nû ye. Li gel vê yekê mijara tê meraqkirin helwest û nêrîna gelê Kurd ya li hember wan partiyên nû ye. Li gorî kompanyeya rapirsiyê ya MAKê Kurd zêdetir Alî Babacan Erênî Dibînin. Kompanyeya DIENê jî îdîa dike ku kurd Alî Babacan nas nakin Dawutoglu hêza xwe zêde dike li Bakurê Kurdistanê

K24- Enqere

Li Tirkiyê Serokwezîrê Berê Ehmed Dawuotoglu û wezîrê aboriyê Al Babacan ji partiya Deshilatadar Ak Partiyê îstîfarine û Di siyaseta navxweyî de mijara sereke avakirina partiyên nû ye. Li gel vê yekê mijara tê meraqkirin helwest û nêrîna gelê Kurd ya li hember wan partiyên nû ye. Li gorî kompanyeya rapirsiyê ya MAKê Kurd zêdetir Alî Babacan Erênî Dibînin. Kompanyeya DIENê jî îdîa dike ku kurd Alî Babacan nas nakin Dawutoglu hêza xwe zêde dike li Bakurê Kurdistanê

Li Tirkiyê piştî ku Serokwezîrê berê Ehmed Dawutoglu jî ji partiya deshilatadar Ak Partiyê Îstîfa Kir êdî teqeze ku dê du partî rojên pêşiya me de di nava siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de cihê xwe bigrin. Beriya Dawutoglu wezîrê aboriyê yê berê Alî Babacan jî ji Ak Partiyê Îstîfa kiribû û tê çaverikirin ku beriya sersala nû Ehmed Dawutoglu û Alî Babacan partiyên xwe damezrînin û tabelayên xwe daliqînin.

Ev her du siyasetmedar jî weke ku meseleya Kurd çareser bikin û bibin nûnerên gelê Kurd tê binavkirin Gelo di rapirsiyên dawî de nêrîn û helwesta gelê Kurd hemberî van siyasetmedaran çi ye?

Bi boçûna serokê kompanyeya rapirsiya MAKê Mahmet alî Kulat ji ber sê sedemên sereke bajarên bakurê Kurdistanê Alî Babacan erênî û cidî tê dîtin

Mehmet Alî Kulat, serokê kompanyeya Rapirsiyê ya bi navê MAK, dibêje: Hûn dizanin ku hemberî Ebdullah Gûl sempatiyeke mezin heye di nava Kurdan de. Alî Babacan jî dibêje ji bo ku meseleya Kurd bê çareserkirin ew ê li gel hemû layenan heta bi HDPê re jî rûnêm. Ligel vê yekê Kurd Dawutolu û kiryarên wî baş dizane û weke berpirsê wêrankirina bajarên Kurda dibîne. Loma Kurd niha zêdetr xwe nêzîkî Alî Babacan dikin. Babacan di nava Kurdan de niha li pêş Dawutoglu ye.

Beramberî vê yekê seroka kompanyeya Rapirsiyê ya DIENê Tacîre Baktaş jî dibêje Serokwezîrê berê Dawutoglu herçiqas ji ber kiryarên berê erênî neye dîtin jî ev heyameke dirêje li bakaurê Kurdıstanê bi aqilmend, siyasetmedar û rûsipiyên Kurdan re hevdîtinan pêk tîne û rêxistinên Ak Partiyê nas dike.

Tacîre Baktaş, seroka Kompanyeya Rapirsiyê ya DIENê, got: Ehmet Dawutoglu lî wî welatî serokwezîrtî û wezîratiya karên derve kiriye. Belê Raste gelê Kurd Dawutoglu weke berpirsê xendekan û qedexeya derketina kolanan nasdike. Lê belê badora wî ya li ser kurdên

muxafazakar, û li ser dudilên zêde dibe. ji ber ku Dawutoglu bi rêxistinên Ak Partiyê yên bakurê Kurdistanê re, bi rûspî û aqilmendên herêm re din ava hevdîtinan de ye û tê naskirin. Lê belê Kurd Babacan zêde nas nakin.

Pispor amaje pê dikin ku kurdên li bajarên Tirkiyê dijîn di navbera HDP û CHPê de tên û diçin lê belê li bajarên bakurê Kurdistanê hejmara Kurdên ku ji AK Partî û HDPê ecizbûne zêde dibe. ji be rvê çendê piştî ku Alî Babacan Û Ehmed Dawutoglu partiyên xwe ava dikin li bakurê Kurdistanê dê rêjeya alîgirin van partiyên nû jî bilind bibe.