Hikûmeta Herêma Kurdistanê dxuyaniyek ragehand

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûyera teqekirina li Hewlêrê şermezar dike, û ragihand aliyên peywendîdar lêkolînên ciddî di vê bûyerê de dikin.

K24- Hewlêr

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûyera teqekirina li Hewlêrê şermezar dike, û ragihand aliyên peywendîdar lêkolînên ciddî di vê bûyerê de dikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand, ku ew bi tûndî bûyera teqekirinê, ya ku îro li Hewlêrê rû da û di encam de karmendek Kunsulxaneya Tirkiyê û welatiyekî jiyana xwe jidest dan, şermezar dikin.

Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyê de serxweşiyê arasteyî kesûkarên qurbaniyan kir. Ragihand, ku ew hemû aliyan piştrast dikin, ku aliyên peywendîdar ên herêma Kurdistanê mijûlî lêkolînên ciddî ne, bo dîtina encamderan û  sizakirina wan. Da zanîn, ku ew bi ti şêweyekî, rê nadin aramiya herêma Kurdistanê têk biçe.