26 ciwanên HDPê hatin binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmara endamên HDPê yên di operasyonên hêzên ewlekariyê yê Tirkiyê de hatine binçavkirin bilind bû.
Duhî hêzên Ewlekariyê Tirkiyê ji bo girtina 45 Endamên Civata Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li 10 bajarên Tirkiyeyê operasyonên berfireh kiribûn û 17 kesan desteser kiribûn.
Civata Ciwanan a HDPyê bi riya twîtira xwe ragihand, hejmara endamên wan ên hatine desteserkirin gihiştiye 26 kesan.
Li bajarê Diyarbekir jî hêzên ewlekariyê bi ser hejmarek malên endam û rêveberên HDPê de girt û 5 endamên Encûmena Şaredariyê hatin girtin.
Li Bajarê Stenbola Tirkiyê jî, polîsan di encama serdagirtina malên endam û rêveberên HDPê de 15 welatî girtin.
S. B