Li Efrînê 2 kes ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Li Efrînê 2 welatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê 2 welatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, îro grûpeke çekdar li navçeya Raco welatiyê bi navê Seîd Mecîd Reşîd revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

Wê rêxistinê ragihand jî, welatiyê bi navê Ehmed Çeqelî yê ji gundê Maratê ji roja 25 meha bûrî ve ji aliyê grûpeke çekdar ve hatiye revandin û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Ev yek di demekê de ye, pêr kalemêrekî Efrînî yê 73 salî ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû eşkencedan û kuştin.

  

Ehmed Çeqelî
Ehmed Çeqelî

 

S. B