Çekdaran 2 Kurdên Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê 2 welatî ji gundekî Efrînê revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê 2 welatî ji gundekî Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê velav kir, grûpa Emşat li gundê Memila ya navçeya Reco du welatiyên bi navê Ehmed Xelîl Osman û Husên Îbrahîm Îbrahîm ji roja 16ê vê mehê revandine û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Wê rêxistinê diyar kir jî, Husên Îbrahîm Îbrahîm pêştir jî ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin û piştî ku bireke mezin ji pereyan dabû, hatibû berdan.

Kiryarên revandina welatiyên Kurd ên Efrînê ji aliyê grûpên çekdaran ve berdewam e, ku tenê ji destpêka vê mehê ve û heta niha zêdetir ji 37 kesan hatine revandin.

 

S. B