Tirkiye grûpên çekdar ji bo êrişa ser rojhilatê Firatê amade dike

Grûpeke çekdar a Tirkiye piştevaniya wê dike, amadekariyan ji bo operasyoneke leşkerî li herêmên Kurdî yên li rojhilatê çemê Firatê li dijî HSD û YPGê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpeke çekdar a Tirkiye piştevaniya wê dike, amadekariyan ji bo operasyoneke leşkerî li herêmên Kurdî yên li rojhilatê çemê Firatê li dijî HSD û YPGê dike.

Ajansa “Anadolu” a Tirkî belav kir, grûpa bi navê “Firqeya el-Hemzat” ku yek ji grûpên opozîsyona Sûriyê ye û Tirkiye û piştevaniya wê dike, amadekariyan ji bo êrîşeke pêşbînîkirî li rojhilatê çemê Firatê dike.

Wê ajansê da zanîn, Grûpa “Firqeya el-Hemzat” di sala 2015an ji bo şerê li dijî DAIŞê hatiye avakirin û hejmara çekdarên wê 6 hezar û 600 çekdar e û alîkariya artêşa Tirkiyê di operasyona “Mertala Firatê” û dagîrkirina Efrînê de kiriye.

Fermandarekî wê grûpê yê bi navê Seyd Ebû Bekir ji ajansa “Anadolu” re ragihandiye, ew grûp rahênanên xwe yên leşkerî li bajarê Ezazê dike û amadekariyan ji bo operasyoneke leşkerî ya pêşbînîkirî li rojhilatê Firatê li dijî PYD û YPGê dikin.

Demek e Tirkiyê gefa destpêkirina operasyonekê li deverên Kurdî li rojhilatê Firatê li dijî HSD û YPGê dixwe, di dawiya maha bûrî de jî gundên Kobanê û Girê Spî topbaran kiribûn.

Ev yek di demekê de ye, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan roja 5ê Mijdarê belav kir, îstixbarata Tirkiyê hejmarek çekdarên opozîsyona Sûriyê yên li Efrînê ne, di riya xaka Tirkiyê re vediguhêze navçeyên li hemberî deverên Kurdî yên li rojhilatê Firatê û ew agahdar kirine ku ji bo operasyona li dijî HSDê di amadebaşiyê de bin.

Artêşa Tirkiyê bi hevkariya grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê di 24ê Tebaxa 2016an bi operasyona “Mertala Firadê” derbasî Cerablusê bû û di 20 Çileya 2018an de dest bi dagîrkirina Efrînê kir.

 

 

S. B