Grûpên çekdar 3 welatiyên Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên li Efrînê 3 welatiyên Kurd ji gundekî Efrînê revand û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê 3 welatiyên Kurd ji gundekî Efrînê revand û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpa bi navê Sultan Murad 3 welatî ji gundê Qurtqulaqa Mezin bi hinceta ku berê leşkeriya neçar li cem Rêveberiya Xweser kirine revandin û ber bi bi cihekî ne diyar ve birin.

Wê rêxistinê navên wan her sê welatiyan diyar kir, ku Mesûd Ehmed Muslim, Şebab Menan Moşo û Şaban Emîn Reşo ne.

Di beşeke din a raportê de, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir jî, li gundê Bêlê yê navçeya Bilbilê gule di nava gund de avêtin û yek bû sedem ku agir bi hirş û darisatana gund ket û hejmarek mezin ji darên hiracî û darên zeytûnan şewitîn.  

 

S. B