Suapayê Emerîkayê zîyanên hêrşa Îranê bo ser bingeha Eyîn Esed aşkera dike

Supayê Emerîkayê îtîraf kir, ku 11 serbazên wê di hêrişa mûşekî ya Îranê bo ser bingeha asmanî ya Eyîn Esed li Enbarê hevrûşî leqbûna mejîyê bûne.

K24- Hewlêr

Supayê Emerîkayê îtîraf kir, ku 11 serbazên wê di hêrişa mûşekî ya Îranê bo ser bingeha asmanî ya Eyîn Esed li Enbarê hevrûşî leqbûna mejîyê bûne.

Bepirsekê ewlkarîya hêzên Emerîkayê bi CNN re gotîye, di dema hêrişa mûşekîya Îranê bo ser bingeha asmanîya Eyîn Esed, 11 serbazên wan hevrûşî leqîna mejîyê bûn e û li derve ya Îraqê çareserîya pizîşkî ji wan re dihêt kiri, lê red kir ku ti serbazekê wan canê xwe ji dest dabe.

Herweha Hevpeymanîya Nêvdewletî bo şerê dijî Daişê di ragehandinekê de, ew yek piştrast kir ku zîyan gehaye  çend serbazên Emerîkî di wê hêrişê de.

 8ê evê mehê, wek bersivdaneka Emerîkayê dijî kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê Feyleqa Qudisa supayê pasdarên Îranê ji alîyê Emerîkayê ve, Îranê hêrişeka mûşkî bo ser bineghên serbazîyên Emerîkayê li Îraqê encamda û wê demê Emerîkayê red kir ku ti zîyanek bi serbazên wî gihiştibe.