Parêzgar ê Musena: li ser daxwazî ya serok Barzanî ev gor ên bi komel dihên hilvedan
K24- Musena
Li ser rasparte ya serok Mesûd Barzanî, parêzgar ê Mûsen a sê gor ên bi komel li sinûr ê wî bajêrî hilvedan.
Kesûkar ên qurbanî yên Enfalê jî li leylan a Nûgre Selman, daxwazê ji hikumet a Îraqê dikin wek hikumet a mîratgir reftarê li gel dosê ya Enfalê bike û tevahî ya gorr ên bi komel hilvede, terman vegerrîne Kurdistanê û qerebû ya kesûkar ên enfalkirîyan bike.
Ehemd Menfî, Parêzgarê Musena, ragehand: Ev term ên qurbanî yên enafalê ne. Ev gorr ên bi komel li ser daxwazî ya serok Mesûd Barzanî dihê hilvedan. Dem a ku Barzanî li gel hikumet a xwecihî ya parêzgeh a Musena kom bû, ev daxwaz ji Me kir.
Herweha parêzgar ê Musena got: Hêvîdarîn hemû gorr ên din jî bihên vedîtin di leylan a Badîye.
Di dem a hilvedan û nîşandan a gorr ên bi komel, parêzgarê Musena bi amajedan dibêje: Ew a hun dibînin kilox û kele serê zaroyekîye û ev jî guhar ên kiçekêye, Ev tawan ên hanê jî Sedam î encamdane.