Mesrûr Barzanî armanca projeyasaya çaksaziyê aşkere dike

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr ronahî xiste ser serdana vê hefteyê ya şanda Hikûmeta Iraqî bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bo Herêma Kurdistanê û amaje bi wê da, bi şanda Iraqî re tekezî li girîngiya pabendbûna bi rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ya derbarê petrol û budceyê û çareserkirina bingehîn a pirsgirêkan hate kirin.

Piştre Serokwezîr amaje bi projeyasaya çaksaziyê kir û tekezî li wê kir ku Hikûmeta Herêmê berdewam dibe bi proseya çaksaziyê û dupat jî kir, armanc ji çaksaziyê, rêkxistina mûçe û dabeşkirina dahatan bi awayekî dadperwerane ye. Dilniya jî da, ku mûçe û mafên ti kesekî şayiste bi taybet kesûkarên şehîdan û zîndaniyên siyasî nayên birîn. Di wê derbarê de biryar hat dayîn, ronîkirinên pêwîst di derbarê parastina mafên kesûkarên şehîdan û zîndaniyên siyasî de bidin Parlemana Kurdistanê.

Birga duyem ya civînê, guftûgokirin derbarê projeya di çarçoveya karta giştî û karta taybet de bû, ku beşek ji karnemaya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Encûmena Wezîran, ligel piştevaniyê li wê projeyê dike ji bo bicihkirina projeya stratejî û xizmetguzariyê bi hevbeşiya karta taybet di çarçoveyeke yasayî de ron û aşkere ye û bi berçavgirtina berjewendiyên giştî ye, Encûmena Wezîran, Wezareta Plandananê raspard lêkolînên zêdetir di wê derbarê de bike û aliyên pêwendîdar bi pêşniyaz û têbîniyên xwe projeyê dewlemendir bike.

 

S. B