Îran: Eger aliyên din pabendî Rêkeftina Atomî nebin, Îran jî pabendî nabe

Wezîrê Derve yê Îranê radighîne, eger aliyên din ên Rêkeftina Atomî pabendî rêkeftinê nebin, Îran jî pabendî rêkeftinê nabe.

K24- Hewlêr

Wezîrê Derve yê Îranê radighîne, eger aliyên din ên Rêkeftina Atomî pabendî rêkeftinê nebin, Îran jî pabendî rêkeftinê nabe.

Mihemed Cewad Zerîf got, Ew naxwazin li kendavê şer bikin.

Mehemed Cewad Zerîf, wezîrê derve yê Îranê, got: bi bawerîya min hemû alîyek dizane ku destpêkirina şer renge sanahî be, lê dawîanîna şer wê gelek dijware û ne misogere. Her kes û alîyek destpêşxerîya girjîyê bike, yan her alîyek dest bi şer bike, ne ew alî dibe ku dawîyê bi şerî dihîne. Ev yek bo Borîs Conson gelek giringe ji bo ku ew diçe cadeya Dawnîng 10 daku têbigihêje erê Îran bi dûv pêkdanan û tole vekirnê digere? Îranê dixwaze peywendîyeke asayî ya dûalî  hebe li ser binema ya rêzgirtinê li hev. Lê divê rêkkevtinên nêvdewletî ji hemû alîyan ve bihê bicîkirin neku tenê yek alî. Îran bi tenê rêkkevtina Etomî bicî nake.