Mark Esper: Hêzên Amerîkî di bejahîyê de, bo parastina navçeya aram cîh nagrin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê dibêje, hêzên Amerîkî li bejahî, beşdarî ewlekariya navçeya Aram nabin.
Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Mark Esper da xuyakirin, hêzên Amerîkî di bejahîyê de, bo parastina navçeya aram cîh nagrin û Amerîka, di vekşandina hêzên xwe de berdewam dibe.
Esper her weha got, ew îro bi hevpostê xwe yê Tirkiyê Hulusî Akar re axiviye û jê re gotiye, divê Tirkiye pabendî rêkeftinê be û pê bawer be, ku ewlekariya herêm a, ku di bin kontrola wan de parastî ye.
C.B