Vîdyo.. K24 dîmenên burdûmana firokeyên Turkîyayê bo ser sonûrê nahyeya Sîdekan belav dike
K24- Sîdekan
Firokeyên cengîyên Turkyayê demjimêr 11:00 şeva bûrî, bi çirrî çîyayên Dêl û Serkêw li devera bajarokê Sîdekan li devera Biradost burdûman kir.
Nûçegihanê Kurdistan24 li wê deverê ragehand, li sinûrê gundên Lêlkan, Goreş, Xelîfan û Sîran firokeyên cengî burdûmana bingeh û baregehên PKKyê dikin herçend li serê çîyay bingeh û baregehê supayê Turkîyayê heye lê weha dîyare hest bi metirsîyê dikin.
Got jî, dû firoekeyên cengê burdûmana deverê dikin nemaze jî, binar a çîyayê Dêl.
Xuya jî kir ku ew burdûman bi bîyanûya hebûna bingeh û baregehên PKKyê li deverê.
Heya niha ti zanyarîyek li ser zîyanên canî û malî nîne.
Li gor zanyarîyên nûçegihanê Kurdistan24, burdûman zêdetir li nêzîk gundên Lêlkan û Xelîfan bûye, herçende baregehên supayê Turkîayê li serê çîyay hene.