Nûrî Malikî çaverê ye bibe cêgirê serok komarê Îraqê
K24- Hewlêr
Hevpeymanîya Dewleta Yasa çaverê ye Nûrî Malikî wek cêgirê serok komarê Îraqê bihêt destnîşankirin.
Ebas Mûsewî, perlemantarê Hevpeymanîya Dewleta Yasa ragehand: Nûrî Malikî, serokê Hevpeymanîyê sûndê bo perlemantarîyê naxwe, çunku çaverê ye bihêt destnîşankirin bo posta cêgirê serok komarê Îraqê. Got jî: Posta serok Komarê Îraqê posteke yasayî û destûrîye, nedestnîşankirina cêgiran jî bo wê postê arîşeyeke destûrî ye.
Derbarê destnîşankirina Falih Feyad bo postê cêgirê serok komarî, wî perlemantarî got: Feyad posta xwe nahêle û nabe cêgirê serok komarî.