Serok Barzanî, dilgiraniyên xwe beramberî rewşa rojavayê Kurdistanê diyar kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî ligel Serokê Şepêla Xed a Suriyê civiya.
Li Selahedîn , Serok Barzanî ligel Şêx Ehmed Asî ElCerba Serokê Şepêla Xed a Suriyê û şandeke pê re, dawî rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.
Di civînê de, rewşa siyasî ya Suriyê û dawî pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.
Her di wê civînê de, Serok Barzanî dilgiraniyên xwe derbarê çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê û awarebûn a xelkê û karesat û nehametiya zêdetir, bo gelê Kurd li Suriyê bo şanda mêvan berçav kir.
C.B