Ebdûlqadir Şengalî vegerîya ser karê xwe

Piştî ku Perlemana Îraqê li 24/5/2019 bi sedema bûyera nigrobûna qayexa bajarê Mûsilê, sikala li ser cêgirên yekem û dûyem ên parêzgarê Neynewa hat tomarkirin û ew tuhmetên xistibûn ser Ebdûlqadir Şengalî, cêgirê yekemê parêzgarê, bê binema derkevtin.

K24- Mûsil

 Piştî ku Perlemana Îraqê li 24/5/2019 bi sedema bûyera nigrobûna qayexa bajarê Mûsilê, sikala li ser cêgirên yekem û dûyem ên parêzgarê Neynewa hat tomarkirin û ew tuhmetên xistibûn ser Ebdûlqadir Şengalî, cêgirê yekemê parêzgarê, bê binema derkevtin.

Li 21/5/2019 qayexeke geştîyarî di rûbarê Dicle de bi hejmareka geştyaran ve, jêr av kevt û hejmareka mezin ji geştyaran di  rûbarê Dicle de xinkîyan. Piştî bûrê jî hikumet û Perleman Îraqêkomîteyek pêkhîna bo lêkolînê ji wê bûyerê. Perlemanê sikala li dijî cêgirên parêzgarê wî bajêrî tomar kir. Yek ji ewên sikal li dijî wî hatibû tomarkirin, Ebdulqadir Şingalî, cêgirê yekemê parêzgarê Neynewa bû, ku li ser lîsta Partîya Demokrata Kurdistanê piştî burîna salekê, evro dadgehê bê tawanîya wî di wê bûyerê de selmand û tevaya wan biryarên li dijî wî helweşandin ku bi merema durxistina wî ji posta wî hatibûn dan.

 Derbarê vê yekê Ebdulqadir Şengalî, taybet bi Kurdista24 dibêje: Dadgeha Tawanên Kargêrîyê biryara bîtawanîya wî daye.

Got jî: Dadgehê, ew biryar helweşandin, ku bo ladana wan ji postên wan dabûn û kesên din li şûna wan danabûn û niha ew wek cêgirê yekemê parêzgarî destbikar bûye.

Amaje bi wê yekê jî dike, ku ew sikala yên li dijî wan hatibûn toarkirin sîyasî bûn û ti binemayên yasayî nebûn û got: li meha Nîsana sala burî ve, mo sikala li dijî wê sikalayê tomar kiribû, di destpêkê de biryar li berjewendî ya perlemanê hat derxistin, lê piştî redkirinê û nebûna ti belgehan li ber destê dadgehê, di dawîyê de ez bê sûç û bê gunah derkevtim.