Neteweyên Yekgirtî: Agirbesta Îdlibê serneket û daxwaza rewistandana şer dikîn
K24- Hewlêr
Neteweyên Yekgirtî dibêje agirbesta parêzgeha Îdlibê careka din bi serneket û bilez daxwaza rewistandana şer li wê navçeyê dike.
Kumisyona Bilinda Mafên Mirovî ser bi Neteweyên Yekgirtî ragehand, êrîş û lêdanên artêşa Sûriyê bi alîkarîya firokeyên Rusî li ser Îdilbê bi tondî berdewam in û bi sedema wan êrîşan bi sedan sivîl bûne qurban û bi hezaran kes jî jiber astê blindibûna şer koçber bûne.
Herweha Komisyonê daxwaz ji alyên şerker kir bi zutirîn dem şer rawestînin û sivîlên li wê navçeyê biparêzin.
Kumisyona Bilinda Mafên Mirovî ya Neteweyên yekgirtî got jî: agirbesta ku ji alyê Rusiyê û Tirkiyê ve li parêzgeha Îdlibê hatibû raghandin; carekadin bi serneket û hate binpêkirin.