Amerika: S400 werin Tirkiye, dê rastî encamên gelek xerab bibe

. Ortagus destnîşan kir: “Ger Enqere peymanê bicîh bîn e, dê rastî encamên gelek xerab were”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta derve ya Amerika Morgan Ortagus girêdayî rêkeftina Tirkiye ya kirîna mûşekên S400an ji Rûsya daxûyanî da. Ortagus destnîşan kir: “Helwêsta Amerika girêdayî kirîna Tirkiye ya mûşekên S400an ji Rûsya ne guherî ye. Ger Enqere peymanê bicîh bîn e, dê rastî encamên gelek xerab were”.

Ortagus biryara Kongresê ya dorpêçan liser Tirkiye jî bibîr anî û got, ku Tirkiye dê bi encamên xerab re rûbirû bimîn e.

Ligor berpirsên Tirkiye dinav van rojan de, mûşekên S400an tên Tirkiye.

 

 

C.B