Mesrûr Barzanî: Hewl didim di dema diyarkirî de pêkhateya kabîneya nû bixim pêş Parlementoyê

Mesrûr Barzanî piştî raspardina wî bo pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje: “Hewl didim bi hevkariya tevahiya wan aliyan ku biryar dane beşdarî di kabîneya nû de bikin, di dema diyarkirî de pêkhateya kabîneya nû bixim berdem Parlementoya Kurdistanê.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye, “Spasiyên xwe pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Civata Serokatiya PDK û endam û alîgirên PDKê bikim, bo destnîşankirina min weke berbijêrê PDKê bo vê postê.”

Deqê daxuyaniya Mesrûr Barzanî wiha ye:

Derbarê namzedkirin û pîwerdarkirina min a bo serokatîkirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê, bi pêwîst dizanim ku spasiyên xwe pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Civata Serokatiya PDK û endam û alîgirên PDKê bikim bo destnîşankirina min weke berbijêrê PDKê bo vê postê. Herwiha spasî û rêzdariya xwe pêşkêşî parlementoya Kurdistanê bi tevahiya fikrasiyonan ve dikim bo namzedkirin û pîwerdarkirina min.

Herwiha spasiya birêz Serokê Kurdistanê dikim bo pîwerdarkirina min bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê.

Spas bo beweriya we û hewl didim bi hevkariya tevahiya wan aliyan ku biryar dane beşdarî di kabîneya nû de bikin, di dema diyarkirî de pêkhateya kabîneya nû bixim berdem parlementoyê, da ku bilez bikarin xizmetên hêja pêşkêşî gel û nîşitman bikin, hêvî dikim tevahiya aliyên têkildar hevkariya me bikin, da ku bilez ev prosesa bi serkeftî bigehînin encamên baş.

Mesrûr Barzanî

12.6.2019

S. B