Tirkiye hêzên zêdetir li Rojavayê Kurdistanê bicîh dike
K24- Hewlêr
Tirkiye hêzên zêdetir li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bicîh dike.
Gelek hêz û alav û otombêlên serbazî ku ji deverên cuda yên Tirkiyeyê hatibûn şandin, gihîştin Kilisê. Li gor agahiyan hêzên hatine şandin, li Rojavayê Kurdistanê deverên bin kortrola Tirkiyeyê bên bicîhkirin.
Hêzên Artêşa Tirk, bi "sirûdê êrişê" yê Artêşa Osmaniyan di nav hin bajaran re derbas bûn. Hat ragihandin, di karwana serbazî de, hêzên komando, otombêlên zirîpoş bi cureya Kîrpî û otombêlên serbazî hene.