Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Alozbûna rewşa Rojavayê Kurdistanê dibe sedema koçberiyeke mezin

Civata Wezîran a herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî û bi amadebûn a û Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talabanî civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Civata Wezîran a herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî û bi amadebûn a û Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talabanî civiya.

Civata Wezîran, piştevaniya xwe ji bo Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî nîşan da, ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Herweha radighîne, aloztirbûn a rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê derencamên nerênî, tenê di çarçoveya sînorê Sûriyê de namîne.

Di civînê de Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ronahî xist ser guhertin û pêşhateyên vê dawiyê yên Iraq û Sûriyê. Derbarê xwepêşandanên Iraqê, Serokê Civata Wezîran tekezî liser wê yekê kir, ko di demekê de piştevaniya daxwazên rewa û yasayî yên xwepêşanderan dikin, bi şêwazekî asayî û sivîl, di heman demê de jî, Civata Wezîran piştevaniya xwe ji bo Serokwezirê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji bo çareserkirina pirsgirêkan derdibirin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê, herweha  ronahî xist ser serdana Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo Herêma Kurdistanê.

Derbarê rewşa Sûriyê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, amaje bi wê yekê kir, ku bi aloztirbûna rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê, bandor û derencamên wê yên nerênî tenê di çarçoveya sînorê Sûrîyê de namîne û dibe sedema awarebûn a bi hezaran xelkê wê navçeyê û beşek ji wan dê berê xwe bidin herêma Kurdistanê. Jiber vê yekê,  pêwîst e pirsgirêk di rêya danûstandin û bi awayek aştiyane werin çaresekirin, û biryarên serbazî yên tekalî, ne di berjewendiya welatiyên navçeyê de ne.

Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, raportek wird û hûr derbarê amadekarî û pêdawistiyên egera hatina şepêla awareyan ji Sûriyê, bo herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Herweha di civinê de, daxwaz  ji Civaka Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî hate kirin, ku bi berpirsiyariya xwe rabin û di hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê bo mêvandariya şepêla nû ya penaberên Sûriyê, alîkar bin.

Di civînê de, Wezîra Karûbarên Civakî Kiwêstan Mhemed, raportek derbarê pêşniyarên Wezareta Karûbarên Civakî bo piştevaniya sendoqa xanenişîniyê pêşkêş kir. Civata Wezîran, wezîrên peywendîdar raspart, ji bo misogerkirina mafên karkeran û pêdan a pereyên beşdariyên karkeran, ligor yasaya xanenişîniyê, ku ev beşek ji karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta herêma Kurdistanê bi araste ya handan a welatiyên herêma Kurdistanê, bo karkirin li kerta taybet, di rêya parastina maf û şayestiyan.