Platforma ziman 3 komên kar saz kir

Platforma Zimanê Kurdî, bi armanca fermîkirina zimanê perwerdê, 3 komên karî saz kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Platforma Zimanê Kurdî, bi armanca fermîkirina zimanê perwerdê, 3 komên karî saz kir.

Ev 3 komên karî, dê jibo ku zimanê Kurdî bikin  zimanê fermî û perwerdê, dê kar bikin

Platforma Zimanê Kurdî, ku 9 partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê serpereştiyê dikin, bi navê "Kar bo Ziman" kombuna xwe saz kir.

Di kombûnê de, biryar hate dayîn ku, Sê Komite bo xebata fermîkirina Zimanê Kurdî were amade bikin û ev komite li gorî zagonên navdewletî, berevaniyê ji fermîkirina zimanê Kurdî re bikin.

Platforma Zimanê Kurdî  bang li gele Kurdistanê kir, da ku di malan, cîhên kar û hemû warên jîyanê de, bi zimanê kurdî li gel hev û din û zarokan biaxifin.

Herwiha, di kombûnê de,  zimanzan, rewşenbîr û nûnerên hemû partiyên siyasî amade bûn.

 

 

 

C.B