Ji encama burdûmana a firokeyên Sûriyê û Rûsyayê 70 hezar kes ji rojavayê Helebê koçberî bûn e

Jiber bombebaran a firokeyên artêşa Sûriyê û Rûsyayê, 70 hezar kes di yek hefteyê de ji rojavayê bajarê Helebê koçberî bajarê Efrînê û gundewarê Idlibê bûn e.

K24- Hewlêr

Jiber bombebaran a firokeyên artêşa Sûriyê û Rûsyayê, 70 hezar kes di yek hefteyê de ji rojavayê bajarê Helebê koçberî bajarê Efrînê û gundewarê Idlibê bûn e.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belavkiriye, pêla awarebûnê li rojavayê bajarê Helebê roj bi roj zêde dibe..

Ligor Rewangehê, tenê di yek hefteyê de jiber lêdanên esmanî yên artêşa Sûriye û Rûsyayê ser rojavayê Helebê, 70 hezar kes bi neçarî ji malên xwe reviyan e û koçber bûn e û berê xwe dan e, bajarên Efrînê û bakurê rojavayê Idlibê..