Li Serê Kaniyê malbatên çekdaran li şûna Kurdan tên bicihkirin

Li Serê Kaniyê plana guhartina demografî berdewam e û artêşa Tirkiyê binkeyeke serbazî li gundewarê Serê Kaniyê ava dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Serê Kaniyê plana guhartina demografî berdewam e û artêşa Tirkiyê binkeyeke serbazî li gundewarê Serê Kaniyê ava dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 70 malbatên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li bajarê Serê Kaniyê di malên Kurdan de hatin bicihkirin û rê ji bo hat dayîn destê xwe danin ser zevî û malên welatiyên Kurd.

Berî çend rojan jî ajansa “SANA” ya fermî ya Sûrî belav kiribû, artêşa Tirkiyê 1500 kes ji malbatên grûpên çekdaran li du taxên Serê Kaniyê bicih kirine.

Pilana demografiya herênên Kurdî li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê cihê nerazîbûna xelk û aliyên siyasî yên Kurdî ye û di wê çarçovê de, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê komîteyek derbarê hêsankirina vegera welatiyên Kurd li ser mal û milkên xwe li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê îmze kiribûn.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê binkeyeke serbazî li gundê Mişrafe yê Serê Kaniyê ava dike.

 

S. B