Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê peyameke hevxemîyê bo rojavaya Kurdistanê belav dike

Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê peyameke hevxemîyê ragehand bo qurbanîyên teqînên evro li rojava ya Kurdidtsnê rûdayîn.

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê peyameke hevxemîyê ragehand bo qurbanîyên teqînên evro li rojava ya Kurdidtsnê rûdayîn.

Ev jî deqa wê peyamê ye:

 

Bi tundî wan teqînên teroristî yên evro li bajarên Efrîn, Qamişlo û Heseke şermezar dikim ku di encam de hejmareke sivîlan canê xwe ji dest dan û hejamreke mezin jî biîrndar bûn. Serxweşî ya xwe û hevxemîya xwe arasteyê kesûkarên qurbanîyan dikim û hêvîya çêbûneve yê jî bo birîndaran dixwazim. Ev karên teroristî wê yekê tekez dikin ku teror û teroristan yek armanc hene û dijî mirovatî û hemû ol, olza,  jîyan û şaristanîyetê ne.

 

Mesrûr Barzanî

Serok wezîrên Herêma Kurdistanê

11/7/2019