Tiramp Soz dide

Donald Tiramp, serokê Emerîkayê soz dide ku ti caran destê Îranê negehe çekê Etomî.

K24- Hewlêr

Donald Tiramp, serokê Emerîkayê soz dide ku ti caran destê Îranê negehe çekê Etomî.

Di tiwîtekê de, li hijmarteya taybetî ya xwe di tora civakî ya Tiwîterê de, Tiramp nivîsîye: Ti caran destê Îranê nagehe çekên Etomî.

Ev tiwîta Tiramp bersiva helwêsta Îranê ye ku ragehandîye, êdî pabendê rêkkevtina Etomî nabe û asta meyandina Yoranyomê bilind dike.

Piştî hêrişa hatîye kirin bo ser bingeha K1 ya hêzên Emerîkayê li Kerkûkê, herweh Hêrişa Emrîkayê bo ser pêgehên Heşda Şeibî li Qayîm û kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê Feyleqa Qudis a Supayê Pasdarên Îranê û Ebû Mehdî Muhendis, cêgirê serokê desteya Heşda Şeibî û kesên bi wan re li roja Heyînî ya burî li nêzîk firokexane ya Bexdayê, asta girjî di navbera Waşitun û Tehranê zêde bûye û duhî jî Îranê bi temamî xwe ji rêkkevtina Etomî vekişand.