Almanya bo Tirkiye: S400an nekirin!
K24 – Navenda Nûçeyan
Hukimeta Almanyayê liser rêkeftina kirîna mûşekên S400an bala Tirkiye kişand û ji Enqere xwest biryara xwe ji ber çav derbas bike.
Peyvdara hukimeta Almanyayê Ulrike Demmer diyarkir: “Hukimeta Almanya di çarçoveya Hevpeymaniya NATO de daxwaz jiTirkiye dike, ku biryara wergirtina S400an ji ber çav derbas bike”.
Peyvdara Hukimeta Almanyayê destnîşankir, ku rêkeftina kirîna S400an a Tirkiye ji Rûsyayê bûye babetek germ a gengeşeyan dinav NATO de. Divê neyê jibîr kirin, ku bicîhkirina S400an dê ligel xwe dorpêçên Amerika beramberî Tirkiye bîn e û ev yek ne di berjewendiya NATO û ya Tirkiye bi xwe de ye.
Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan diyarkiribû, ku: “Em liser rêkeftina S400an na axifin. Ev babet qediya ye. Me kirî ye! Inşallah meha pêşya me, dê S400 bicîh bibin”.
C.B