Mesrûr Barzanî: Di kabîneya nehem de min perwerde kirîye erkê berahîyê

Mesrûr Barzanî serokê hikumeta Herêma Kurditanê û serokê borda Emîndarên Zankoya Emerîkî Kurdistan li Dihokê, di yekem ahenga derçûna gera yekem zankoyê gotarek pêşkeş kir.

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî serokê hikumeta Herêma Kurditanê û serokê borda Emîndarên Zankoya Emerîkî Kurdistan li Dihokê, di yekem ahenga derçûna gera yekem zankoyê gotarek pêşkeş kir.

Di gotara xwe de Mesrûr Barzanî, got: Xweşhalim wek derçûyekê zankoya Emerîkî li vir pişikdar dibim, di meha 5 salên bûrî de, zankoyê pêşkevtineke mezin bi xwe ve dîtîye û bûye cihê hêvîya neweyan.

Hevdem supasîya serokê zankoyê kir û ragehand, di rewşeke dijwar de şîya giringîyê bi pêşxistina zankoyê û pêvajoya xwêndin û pêgehandina neweyên me bide.

Hevdem serokê hikumeta Herêma Kurdistanê , supasîya Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê kir û got: Supasîya birayê xwe yê birêz, Nêçîrvan Barzanî dikim, dema ku serokê wezîran bû, piştîvanê xwîndina bilind bû.

Mesrûr Barzanî, supasîya serok Mesûd Barzanî kir ku di demên dijwar de serkirdatîya Herêma Kurdistanê kir û di saye ya xebat, têkoşîn û qurbanîdanên wê neweyên me pêgehiştîne.

Serok wezîran amaje bi wê yekê jî kir, zankoyê di demeke kêm de gelek pêşkevtîye û niha 645 xwîndkar heye.

Tekez jî kir, yek ji erkên hikumetê, giringîdane bi kerta xwîndina bala û bilindkirina asta vekolînên zanistî li Herêma Kurdistanê û giringîya taybet bi pêşxistina evê kertê didîn.