Berpirsek bilind ê PKKê destxweşîyê li teqekerê xwaringeha Hewlêrê dike

Berpirsek bilind ê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê pesnê bûyera teqekirina li xwaringeheke Hewlêrê dike.

K24- Hewlêr

Berpirsek bilind ê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê pesnê bûyera teqekirina li xwaringeheke Hewlêrê dike.

Bahoz Erdal yek ji Fermandeyên Hêzên Parastina Gel HPG balê serbazî yê PKKê ye û  di derbarê helwesta PKKê li ser bûyera teqekirinê de li xwaringeheke bajarê Hewlêrê ji medya partiya xwe re ragehand, her kesê ew kar kiribe, destxweşiyê lê dikin û mala wan ava be.

Destxweşî û pesnê wî berpirsê PKKê li bûyera teqekirina li xwaringeha Hewlêrê yekem daxwiyaniya fermî ya PKKê ye liser wê bûyerê.

Hefteya bûrî li xwaringeheke Hewlêrê teqe hat kirin. Di encam de sê kesan canê xwe ji dest dan, ku yek ji wan karmendekê Kunsulxaneya Tirkiyê bû li Hewlêrê, herweha du welatiyên Sivîl yên Herêma Kurdistanê bûn, piştra Hêzên Dije terora Kurdistanê encamderên wê êrîşê girtin.