Hewla aştîyê di navber a alî yên Rojava ya Kurdistanê
K24- Hewlêr
Pêkol dihê kirin bo çaresekirina arîşe yên sîyasî li Rojava ya Kurdistanê. Ji bo evê armancê jî, Bizav a Aştîxwazî ya Hindûrî li bajarê Hewlêrê dîdarek rêkxist li ser piroje ya sîyasî ya Rojava ya Kurdistanê.
Damezrêner û serok Bizav a Aştîxwazî ya Hindûrî dibêje: Hêdarîn guhertinek a erênî li rewş a sîyasî ya Rojava ya Kurdistaê çê bibe, nemaze li nêzîk vebûn a Tevdem û ENKSyê.
Di wê dîdarê de ku li Hewlêrê birêveçû bo çareserkirin a arîşe yên sîyasî yên rojava ya Kurdistanê, nêzîkî 70 kesatî yên sîyasî, çalakvan û rewşenbîr ên her çar parçe yên Kurdistanê têde pişikdar bûn. Biryare jî komîteyek bihê pêkanîn daku danûstandinê li gel alî yên nakok destpêbike.