Serokwezîrê Îraqê pêşwaziyê li pêşveçûnên siyasî li Herêma Kurdistanê dike

Serokwezîrê Îraqê pêşwaziyê li pêşveçûnên siyasî li Herêma Kurdistanê yên taybet bi hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û nawzetkirina Mesrûr Barzanî ji bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îraqê pêşwaziyê li pêşveçûnên siyasî li Herêma Kurdistanê yên taybet bi hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û nawzetkirina Mesrûr Barzanî ji bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Ji aliyekê din ve, Serokwezîrên Îraqê bûyerên agirketinê bi bûyerên xwezayî binav dike û radighîne, li hemû welatekî agir çêdibe û nabe ew pirs bê mezin kirin.

Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî di kongreyê xwe yê heftane de got jî, Li Îraqê 273 haletên agirketinê hatine tomar kirin û nêzîkî çil hezar dûnim zevî şewitî ne.

Serokwezîrê Îraqê ew yek bi xwezayî binav kir û daxwaz kir, ew pirs neyê mezin kirin.

 

 

 C.B