Perlemana Îraqê hêwirkirina xwenîşandanan gengeşe dike
K24- Hewlêr
Biryare, evro, perlemana Îraqê bicive û hêwirkirina xwenîşanderan û çend pirseke din gengeşe bike.
Nûçegehanê Kurdistan24 li Bexdayê ragehand, biryare demjimêr 1:00ê piştî nîvro, Civata Nwênerên Îraqê dicive. Derbarê naveroka civînê jî, amaje bi wê yekê kir, ku biryare di civînê de, piroje yasaya helbijartina Civata Nwêneran û piroje yasaya Komisyona Helbijartina bihêt gengeşekirin ku Şembîya burî vexwîndina wê temem ne bibû.
Li gor zanyarîyan, tewereke din a wê civînê, alozêyên Îraqê û karkirin bo danana mîkanîzmekê dibe bi armanca hêwrin û damirkandina alozî û xwenîşandanan.