Emnistî: Nabe careke din hevwelatîyên sivîl li bakûra Suriyê bibin qurbanî

Rêkxistîya Emnistî ya cîhanîya bo mafên mirovan derbarê hêrişa Tirkiyê bo ser rojavayab Kurdistanê ragehandinek belavkir.

K24- Hewlêr

Rêkxistîya Emnistî ya cîhanîya bo mafên mirovan derbarê hêrişa Tirkiyê bo ser rojavayab Kurdistanê ragehandinek belavkir.

 Di wê ragehandinê de hatîye, xelkê bakûra Suriyê çend caran hevrûşî operasyonên serbazî û awareyê bûne. Divêt Tirkiyê li jêr yasayên mirovî yên nêvdewletî canên hevwelatîyan biparêze û dilnîya be ku destên wan digehe hevkarîyên mirovî.

Emenistî daxwaz dike, ku ew kesên dixwazin deverê bihêlin divêt rêreweke aram ji wan re bihêt vekirin.

Emnistî ne veşartîye ku di cenga berê ya supayê Tirkiyê û hevpeyamnên wê û hêzên Kurdî, çendîn hevwelatîyên sivîl canên xwe ji dest dan û nabe ev yek dûbare bibe.