Trump plana xwe ya nû ji Rojhilata Navîn re radigihîne

Serokê Amerîka Donald Trump îro plana xwe ya aştiyê li Rojhilata Navîn radigihîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump îro plana xwe ya aştiyê li Rojhilata Navîn radigihîne.

Serokê Amerîka Donald Trump duhî piştî civîna bi Serokwezîrê Îsraîlê yê karbirêker Benjamin Netanyahu re ragihand, Koşka Sipî dê îro plana aştiya li Rojhilata Navîn rabigihîne.

Trump diyar kir, Netanyahu û hevrikê wî serkirdeyê opozîsyonê Benny Gantz dê ji wê plane razî bin.

Amaje bi wê da, ligel ku Filestînî ji destpêkê ve ev plan red kirine, lê dê di pêşerojê de pê qayil bibin.

Trump diyar kir jî, bê aştiya di navbera Filestînî û Îsraîliyan de, aştiyeke rastî li Rojhilata Navîn pêk nayê. Ameje bi wê jî da, Gelek welatên Erebî jî razemendiya xwe derbarê planê nîşan dane.

Herçend e Trump ji bo ragihandina pala aştiyê li Rojhilata Navîn, Netanyahu û Gantz vexwandine Koşka Sipî, lê Filestîniyan ragihand, ew ji aliyê Koşka Sipî ve nehatine vexwandin.

Serokwezîrê Filestînê Mihemed Aştiye ragihand, ragihandina plana Aştiyê li Rojhilata Navîn, ji bo parastina Trump e ji bo ji ser kar neyê dûrxistin û herwiha ji bo piştevaniya li Netanyahu ye, ji bo bi sedema gendeliyê neyê zîndanîkirin.

 

S. B