PKK dewlet naxwaze. Çima Şerê çekdarî? Ocalan dikare dawî li çek bîne?

Kurd24

Serokê PKKê Ocalan di van rojên dawî de bi parêzêrên xwe re danûstandin kir. Bi riya wan dîsa ji reya giştî re bîrûreyên xwe pêşkêş kir. Di van reyên Ocalan de sê xal û mijarên girîng hene.

Ez dixwazim li ser van xal û mijaran rawestim.

Mijara yekemîn: Ocalan dibêje ku ji bona kurdan dewlet ne hewce ye. Mijara duyemîn: Ocalan dibêje ku dema ku dewlet bixwaze, ez dikarim di nav hefteyekê de şerê çekdar dawî bînim. Mijara sêyemîn: Ji dema Ozal qal dike. Dibêje ku Ozal dixwest ku pirsa kurd bi riya demokratîk çareser bike.

GELO JI BONA PKK’Ê Û OCALAN DEWLET NE ARMANC BE ÇIMA ŞERÊ ÇEKDARÎ Û ÇIMA CÎWANÊN KURDISTANÊ TÊN KÛŞTIN?

Kurd, neteweyeke dîrokî û rûniştvanê herêmê ya mezin e. Bi hejmar di Rojhelata Navîn de neteweya duyemîn e. Neteweya yekemîn neteweya ereb e. Neteweya kurd, ji aliyê dewletên emperyalîst (Îngiltereyê û Franseyê) ve di navbeyna çar dewletên kolonyalîst de hate parve kirin. Hemû mafên neteweya kurd yên milî û rewa jî, li hemû beşên Kurdistanê hatin qedexe kirin û xesip kirin. Neteweya kurd jî, wek her neteweyekê xwediyê maf e ku dewleta xwe ava bike. Hezar mixabin di sedsala 21an de bes neteweya kurd xwediyê dewletê nîne. Loma jî şerê dewletbûna neteweya kurd 200 sal e ku didomîne. Hîç kurdek jî nikare li dijî mafê dewletbûna xwe derkeve. Bes kesên nekurd û dijminên kurd li dijî dewletbûna kurdan derdikeve.

Serokê PKKê û PKKê, ji bona ku mîsyona projebûna xwe pêk bîne, di destpêkê de Dewleta Kurdistanê û Kurdistaneke yekgirtî parast. Piştî ku mîsyona xwe pêk anî, tevgera milî ya Kurdistanê tasfiye kir, li dijî dewletbûna Kurdistanê derketin. Kurdistaniyan ji bona ku armanca dewletbûnê dûr bixe hewil dide. Dewleta Kurdistanê wek dewleta duyemîn ya Îsraîlê bi nav dike ku hemû welatên misilman li dijî kurdan şer bikin. Di hemandem de li dijî otonombûn û federebûna Kurdistanê jî derdikevin. Ji bona dewleta federe ya Başûrê Kurdistanê bê xirab kirin, xebat dike. Serokê PKK piştî ku hepis bû ev nêrîna xwe gelek aşkere parast. Di dadgehê de ev nêrîna anî ser zimên. Murîdên wî jî dema ku derfet dîtin ev nêrîna anîn ser zimên. PKK û berpirsiyarên wan gelek aşkere diyar kirin ku heger ew nebûna, nasyonalîstên kurd dewlet ava dikirin. Gor nêrîna wan, wan pêşiya dewleta Kurdistanê girtine. Lê baş tê zanîn ku ev yeka wek projeya dewletê, wezîfeya wan a xwezayî bû.

Di van rojên dawî de serokê PKKê dîsa anî ser zimên. Gelo heger PKKê li dijî dewleta Kurdistanê ye çima şerê çekdar dimeşîne? Çima cîwanên Kurdistanê dide kûştin. Ev jî diyar dike ku PKKê projeyeke dewletê ye ku kurdan dixwaze tune bike.

OCALAN Û NAVENDA PKK’Ê DIKARE ŞERÊ ÇEKDARÎ BIDE RAWESTANDIN?

Serokê PKKê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku heger dewlet bixwaze “ez dikarim di hefteyekî de şerê çekdar bidim sekinandin û qedandin” Lê gelek aşkere ye ku Navenda PKKê Qendîl, Ocalan guhdar nake. Di demek nêzik de ev yeka diyar bû. Wek tê zanîn Ocalan di 23ê Hezîrana 2019an de di hilbijartina şaredariya Stenbolê diyar kir ku PKK/HDP bê teref bimîne. Lê PKK/HDPê Ocalan guhdar nekir, PKK/HDPê deng da mamzetê CHP/Tîfaqa Milet Îmamoğlu. Ocalan piştî vê yekê şerm nake dibêje, “ez dikarim çekdariya PKKê bidim rawestandin.” Di dema pêvajoya çareseriyê de jî PKK/Qendîlê, Ocalan guhdar nekir. Di gelek bûyerên din de jî Ocalan li erdê xistin, qiymet nedan biryar û soza wî. Ji aliyê din de îradeya PKKê ne di destê berpirsiyarên PKKê de ye. PKKê girêdayî dewletan e. Dewlet ji bona çekdarî û leşkeriya wan ya bi pere alîkariya wan dikin. Dema ku dewlat nexwazin, Ocalan û Qendîl jî bixwazin, nikarin dest ji çek berdin. Di hemandem de berjewendiya baronên PKKê jî bi çekdarî re ketine nav hevûdu. Heger şerê çekdarî nebe, PKKê nabe. Wê demê baron û berpirsiyarên ku li dijî neteweya kurd projeyan dimeşîninm jî, bê qiymet dibin. Ji holê radibin.

ÖZAL ÇARESERÎ XWEST PKKÊ ÇI KIR?

Ocalan dibêje ku “Ozal çareseriya pirsa kurd dixwest. Loma jî bi riya siyasî û aşitiyê dixwest ku pirsa kurd çareser bike.” Wek tê zanîn bi navnbeynçitiya Celal Talabanî jî PKKê şerê çekdarî da rawestandin. Lê ji bona ku dewleta kûr ya Tirk û Dewleta Sûriyeyê nexwestin şer dîsa dest pê kir. PKKê li Bîngolê 33 leşker kûştin. Ocalan jî, kûştina leşkera vekirî parast. Got ku “ev xweparastin e.” Ocalan nûha çewa dikare ji siyaseta Oazal re xwedî derkeve? Di encamê de wî sişyaseta Ozal bêbersîv hişt. Ev helwesteke riyakariyê.

DI PÊVAJOYA ÇARESERÎ DE PKKÊ ÇI KIR?

Di “pêvajoya çareserî” de jî Ocalan got ku “ezê çek bidim” berdan. Lê Navenda PKKê Qendîlê Ocalan guhdar nekir. Şerê çekdarî domand. Dawî li pêvajoya çareseriyê anî. Nûha çewa dikare çek bide berdan? Dê ji wî re çewa bawerî bê kirin?

Amed, 16. 08. 2019