Yekemîn Festivala Pisiklêtan ya Wanê birêve çû

Li bajarê Wanê ji bo balkişandina parastina xwezayê ‘1. Festivala Neteweyî ya Duçerxeyan (biskilêtan) hat lidarxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li bajarê Wanê ji bo balkişandina parastina xwezayê ‘1. Festivala Neteweyî ya Duçerxeyan (biskilêtan) hat lidarxistin. Çalakvan û werzişkarên ku ji bajarên cuda hatibûn û li Wanê civiyan, di navbera 4 û 8’ê Tebaxê de, geştekî li dora Gola Wanê temam kirin û hewla baldarî û hişyariya parastina xwezayê dan.

Ji 8 bajarên cuda, 60 werzişkarên duçerxeyan di 5 rojan de li dora Gola Wanê gerekî temam kirin û teqriben 450 km pedalên duçerxeyan gernadin. Werzişkar û çalakvana bal kişandin ku wan bi şayara ‘Bila Gola Wanê şîn bimîne’ 1. Festivala Neteweyî ya Duçerxeyan lidarxist û hêvî û daxwaza dikin ku vê festivalê bikin navdewletî jî.

Di nav werzişkarên duçerxeyan de yên ciwan heta zarok jî hene. Enes Ece ku 11 saliye jî yek ji wan e. Enes Ece tîne ziman ku ew ji ajotina duçerxeyê gelek hez dike û dixwaze bibe çalakvanekî parastina xwezayê.

Enes Ece ji K24ê re got: “Ez gelek hez ji ajotina duçerxeyan dikim û gelek caram bi bavê xwe re em vê werzişê dikin. Me ji bo xwezayeke paqij û parastina Gola Wanê 5 roj duçerxe ajot. Ez gelek westiyam lê gelek jî xweş bû.”

Li gel werzişkarên ku ji Wanê û navçeyên wê beşdarbûn, ji bajarên din jî grûbên ku werzişkariya duçerxeyan dikin û aktîvistê xwezayîne jî beşdar bûn.

Neşe Acar jî, ji bajarê Enqereyê hatiye da ku piştgiriya xwe ji bo werzişkaran bide. Acar tîne ziman ku ew yekem car e hatiye Wanê û demeke gelek bi kêfxweşî derbas kiriye.

Aktivîsta Parastina Xwezayê Neşe Acar dibêje: “Ez hîç nehatibûm Wanê, li vir mazûvaniyeke baş ji bom in hat kirin û ez sipasiya welatiyên Wanê dikim. Divê piştgiriya çalakiyên wiha bê kirin. Xwezayeke paqij ji mirovahiyê bo me  maye û divê em jî ji bo hemû cihanê paqij bihêlin. Ez destxweşî li kesên ku vê festivalê lidarxistine dikim.”

Werzişkarên duçerxeyan serdana saziyên ku piştgiriya wan kirine û şunên li ser reya xwe jî kirin û ji bo sazî û şexsiyetên ku piştgiriya wan kirine jî sipasiyên xwe pêşkêş kirin. Hat ragihandin ku dê di salên pêş de vê festivala berdewam bikin û ji bo festivala navneteweyî bê kirin jî hewldanan xwe bidomînin.