“Bajarên Kurdan wek Beyrût û Lubnanê bûne qada şer”

Partiyên opozîsyonê ji ber vekişandina leşkerên Tirk ji Mûsilê hikûmet tawanbar kirin ku Tirkiye biçûk kiriye û derbarê bûyerên li Bakurê Kurdistanê de jî gotin bajarên Kurdan wek Beyrût û Libnanê bûne qada şer.

K24 – Enqere

Partiyên opozîsyonê ji ber vekişandina leşkerên Tirk ji Mûsilê hikûmet tawanbar kirin ku Tirkiye biçûk kiriye û derbarê bûyerên li Bakurê Kurdistanê de jî gotin bajarên Kurdan wek Beyrût û Libnanê bûne qada şer.

Îro rojava sereke ya Parlamentoya Tirkiyê vekişandina leşkerên Tirk a ji Mûsilê û rewşa aloz a li bajarên Kurdan bû. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu nerazîbûna xwe li dijî bûyerên Bakurê Kurdistanê nîşan da û got şêniyên li herêmê wekî penaberên Sûriyeyî ji bajarên xwe koç dikin.

Kiliçdaroglu hikûmet wekî berpirsiyarê bûyeran nîşan da û çûn û vegera leşkerên Tirk a bo Mûsilê jî wek têkçûna rûmetê nirxand: “Gelo kê ew erk daye te ku tu rûmeta Tirkiyê têxe bin piyan? Bi awayekî aşkere derew li gelê Tirk kirin. Dibêjin em hatine vexwendin lê belê Serokwezîrê Iraqê dibêje “Me daxwaz ji wan nekiriye. Gelo kê hûn vexwendin?.”

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe de li ser qeyrana Mûsilê rawestiya û got şandina leşkerên Tirk a bo Mûsilê rastî nerazîbûne hatiye.

Bahçelî derbarê bûyerên li Bakurê Kurdistanê de jî nerazîbûna xwe nîşan da û got dewleta Tirk ji herêmê vekişiya ye: “Di 6 mehên dawî de, bi giştî 170 rojan derketina derve hatiye qedexekirin. Zêdeyî 200 hezar kesan koç kirine. Ev koçpêkirineke etnîkî ye ku navê wê nehatiye danîn. Ev dewlet li kîderê ye? Ev hikûmet çi karî dike?.”

Partiyên opozîsyonê rexne li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî girtin û gotin ku Erdogan bi pergala serokatiyê girtiye û ji nîşka ve behsa tu 2 referanduman kiriye. Partiyên opozîsyonê bangî Erdogan kirin û gotin guhertina destûrê ji devê te nakeve, tu çima  ji bo berjewendî û ewlehiya neteweyî  tiştekî nake.