Fransa yekem hilbijarde ye digihe qonaxa (16) a Mondiala Qeterê 2022an

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Neteweyî ya Fransayê zû derbasî qonaxa 16-an a Mondiala Qeter 2022 bû, piştî ku hevtayê xwe yê Danîmarkî bi encama (2 - 1) têk bir.

 Îro di gera duyemîn de a koma (D) de Hilbijardeya Fransayê û hilbijardeya Danîmarkê li stadyuma “974” a paytext Dohayê rûbirûyî hevdu bûn û Fransa bi encama (2 - 1) bi ser ket.

Destpêkê lîstikvanê fransî Kylian Mbappe gola yekem di xuleka (60) de tomar kir, piştî (7) xulekan jî Parêzvanê Danîmarkî Andreas Christensen bi golekê bilez bersiv da, lê Mbappe vegeriya û di xuleka (86) de gola duyemîn û serkeftinê ji welatê xwe re tomar kir.

Bi vê serkeftinê, Hilbijardeya Neteweyî ya Fransayê bi (6) punan di pêşengiya komê de cih girt û derbasî qonaxa (16) dibe.

Di rêza duyemîn de jî hilbijardeya Australya bi (3) puanan tê û piştre jî Danîmarka û Tûnis her yek bi (1) puanê di rêza sêyem û çaremîn de tên.