Erdogan gihîşte Qahîreyê û ji aliyê El-Sîsî ve hat pêşwazîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo gotûbêjkirina têkiliyên dualî û rewşa Xezzeyê, bi serdaneke fermî gihîşte Qahîreyê.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî 11 salan  ji têkçûna pêwendiyan, bi serdaneke fermî gihîşt Qahîreyê û ji aliyê Serokomarê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî ve hat pêşwazîkirin.

Biryar e Erdogan li Qahîreyê bi Sîsî re bicive û têkiliyên dualî, rewşa Xezzeyê û mijarên din gotûbêj bike.

Roja 12ê Sibatê, Ofîsa Ragihandina Serokomariyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serdana xwe ya Îmaratê û beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de Dubayê, dê serdana Misirê bike.

Pêwendiyên Enqere û Qahîreyê ji sala 2013an ve û piştî dûrxistina serokê wê demê yê Misirê Mihemed Mûrsî, aloz bûbûn, piştî 11 salan herdu aliyan careke din dest bi asayîkirina pêwendiyên xwe kirine.

Derbarê pêwendiya di navbera her du welatan de, hin çavdêrên siyasî yên Tirkiyeyê di wê baweriyê de ne, ku serdana Erdogan bo Qahîreyê, nîşana razîbûna hikûmeta Tirkiyeyê ji bo firotina dronên şer ên Bayraqdarê bo Misirê ye.