Amerîka: Me rê li gehiştina barekê pirî çek ê Îranê ji bo Hûsiyan girt

Logoya Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)
Logoya Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku, roja 28ê Çileyê li Deryaya Erebî keştiyek bindest kiriye, ku çek û teqemeniyên Îranê tê de bûn û ber bi deverên li bin destê Hûsiyên Yemenê ve diçû.

Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro (Pêncşem, 15.02.2024) ragehand ku, roja 28ê Çileyê li Deryaya Erebî keştiyek bindest kiriye, ku zêdetirî 200 parçeyên çek û teqemeniyên Îranê tê de bûn û ber bi deverên li bin destê Hûsiyên Yemenê ve diçû.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Ew çek û teqemeniyên hatine bindestkirin ji moşekên Balistî yên mewda navincî, teqemenî, parçeyên dronan, sîstema dijetank û amûrên peywendîkirinê pêk tên”.

Fermandeyê Fermandeya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Michael Eric ji aliyê xwe ve diyar kir, “Îran li ser dabînkirina çek û teqemeniyan ji bo Hûsiyên Yemenê berdewam e, ev jî binpêkirina qanûnên navdewletî ye”.

Navbirî herwesa amaje da, “Ji bo berhingarbûna bizavên Îranê li deverê, hêzên Amerîkayê li ser karkirina bi hevparên xwe re pabend in”.