Şandên Hemas, Amerîka û Qeterê gehiştin Qahîreyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya fermî ya Misirê radigehîne, “Şandên Hemas, Amerîka û Qeterê ji bo destpêkirina danûstandinên li ser lihevkirina agirbesta navbera Hemas û Israîlê gehiştine Misirê”.

Kanala Qahîreyê ya nûçeyan belav kir, “Şandên Hemas, Amerîka û Qeterê ji bo destpêkirina gereke din a danûstandinên li ser lihevkirina agirbesta kertê Xezzeyê gehiştin Qahîreya paytexta Misirê”.

Şemiya borî Amerîkayê ragehandibû ku, “Israîlê ji aliyê destpêkî ve şertên pêşniyara agirbestê qebûl kirine, lê hêşta qebûlkirina pilana agirbestê piştrast nekiriye”.

Çavkaniyekê ji Serkirdetiya Bizava Hemasê doh (Şemî, 02.03.2024) ji Ajansa France Pressê re ragehand, “Mimkin e di dema 24 heta 48 seetên bê de lihevkirin li ser agirbesta Xezzeyê bê kirin, eger Israîl bersiva daxwazan bide”.

Wê çavkaniya ku nexwast navê wê bê eşkerekirin got, “Îro (Yekşem, 03.03.2024) gereke din a danûstandinan li Qahîreyê dest pê dike, eger Israîl bersivê bide, di dema 24 heta 48 seetên bê de rê ji bo lihevkirinê tê xweşkirin”. Herwesa navbeynkar bizavê dikin ku berî meha Remezanê wê agirbestê rabigehînin.